Tirkîyê Balyozê Fransayê ban kir
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê wek berteka himberî biryarnama dijî êrişa Enqerê ser bakura Sûrîyê ku li Meclisên Netewî û Sêna yên Fransayê hat pejirandinê, Balyozê Fransayê ban kir.
Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand: ``Enqere biryarên Meclisên Netewî û Sêna yên Fransayê derbarê opêrasyona Kanîya Aştîyê li bakura Sûrîyê qebûl nake û wan şermezar dike.``
Meclisên Netewî û Sêna yên Fransayê bi pejirandina biryarnameyekê opêrasyona Artêşa Tirkîyê dijî bakura Sûrîyê şermezar kirin.
Endamên Parlimana Fransayê duh bi pejirandina biryarnama şermezarkirina êrişa Artêşa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê, xwestin ku boykoyên darayîyê ser Enqerê da bên sepandinê.
Fransayê vê dawîyê weke berteka himberî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê, firotina çekan bo Tkrkîyê rawestand.