HDP: AKP yê hikûmeta Tirkiyayê ji dest bide
Çirî 31, 2019 12:14 Asia/Tehran
Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî dibêje AKP dê hikûmeta Tirkiyeyê ji dest bide.
Temellî bersiva pirsên rojnamevanan da û diyar kir ko Hikûmeta Tirkiyê li derveyî sînorên xwe siyastek şerxwazane bi rê ve dibe, di nav sînorên xwe de jî givaş û zordestiyê roj bi roj dijwartir dike. Civaka Tirkiyê bûye dijî hev û aboriya Tirkiyê jî di nava krîzê de ye.
Wî herweha got: AKP bi vê siyaseta xwe, nikare Tirkiyê bi rê ve bibe û dê hikûmetê ji dest bide.
Li gor gotina Sezaî Temellî dengên AKP daketîne bin 35% û di nava AKP de jî, nerazîbûnek cidî heye. Parlementer û berpirsên AKP berê jî bi berdewamî û di dema dahatî de jî dest ji partiya xwe dê berdin.