Balyozê Amerîkayê bo Wezareta karên derve ya Tirkiyê hat xwestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309824-balyozê_amerîkayê_bo_wezareta_karên_derve_ya_tirkiyê_hat_xwestin
Wezareta karên derve ya Tirkiyê balyozê Amerîkayê li Enqerê xwest.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2019 14:00 Asia/Tehran
  • Balyozê Amerîkayê bo Wezareta karên derve ya Tirkiyê hat xwestin

Wezareta karên derve ya Tirkiyê balyozê Amerîkayê li Enqerê xwest.

Li gorî Anadolu Newsê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê îro Çarşemiyê Dêyvîd Satirfîld balyozê Amerîkayê li Enqerê wek berteka li hemberî biryarnameya Kongreya Amerîkayê ya boykotkirina Tirkiyê hazir kir.

Kongreya Amerîkayê Sêşemiyê wek berteka li hemberî destdirêjiya Tirkiyê ser Kurdên bakurê Sûriyê, dengê Erê da du biryarnameyên dijî Tirkiyê.

Kongreya Amerîkayê destpêkê kuştina ermeniyan ji aliyê hikûmeta Osmaniyan va di sala 1915an wek Genosayd anku Nijadkujî bi fermî nas kir.

Ev biryarname bi 305 dengên Erê li hembrî 3 dengên Na li meclîsa nûneran a Amerîkayê hat pejirandin.

Meclîsa nûneran a Amerrîkayê jî di duyemîn qonaxê da bi 406 dengên Erê li hemberî 16 dengên Na biryarbnameyeke pejirand ku ji Donald Trumpê serokomarê vî welatî dixwaze ku hin boykotan dijî Tirkiyê bisepîne.