Lihevkirina Tirkîyê û Amerîkayê jibo êrişa ser YPG
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309775-lihevkirina_tirkîyê_û_amerîkayê_jibo_êrişa_ser_ypg
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Enqerê û Waşîngtonê jibo tepeserkirina YPG lihev kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2019 04:38 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Tirkîyê û Amerîkayê jibo êrişa ser YPG

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku Enqerê û Waşîngtonê jibo tepeserkirina YPG lihev kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di axavtinekê de ragihand ku Tirkîyê û Amerîkayê lihev kirine ku her yek ji hêzên YPG ku li bakura Sûrîyê bimîne, bikin armanc.

Berî vîya Berdevkê Serokomartyîa Tirkîyê Ibrahîm Kalin jî gotibî ku bi derketina YPG ji navçeyên qaşo ewleh li bakura rojhilata Sûrîyê, Tirkîye dê opêrasyona Kanîya Aştîyê li wê deverê rawestîne.

Tevî ku bi dû lihevkirina Moskow û Enqerê jibo kutakirina êria ser bakura Sûrîyê, hêzên Artêşa Tirkîyê hela jî li wê herêmê ne.