Raghandina amadebûna hin endamên berê yên AKP bo tevlîbûna li partîya Babacan
Hin endamên berê yên AKP ji wan endamên berê yên komîta navendî ya kargêr a vê partiyê bo tevlîbûna li partîya Elî Babacan, alîkarê berê yê serokwezîrê vî welatî amadetiya xwe raghandin.
Li gorî rapora Tesnîm News`ê, Osman Can, endamê berê yê yê komîta navendî ya kargêr a AKP piştgirî da kiryarên Elî Babacan, alîkarê berê yê serokwezîrê vî welatî bo damezrandina partiya nû.
Wî tevî rexnekirina siyasetên şaş ên dewleta Tirkiyê got Receb Teyib Erdogan bi vê siyaseta nemaqûl nikare hikûmeta xwe bidomîne.
Vî endamê berê yê komîta kargêr a AKP got civaka Tirkiyê rastî aloziya cidî hatiye û siayset divê li gor mentiq û eqlê be ku niha ne wisa ye.
Pêştir jî hin endamên Ak partiyê bi îstifakirina ji vê partiyê bo tevlîbûna li partiya Baba Can û Ehmed Davûdoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê amadetiya xwe raghandibûn.
Her wiha tê texmînkirin bi ragahndina fermî ya damezrandina partiya nû ji aliyê Davûdoglu û Elî Babacan kesên din jî tevlî van patiyan bibin.