Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê: Li Serêkaniyê Serbazekî Tirkiyê hat kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê aşkere kir li bajarê Serêkaniyê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da pevçûn derket. Herwiha di encama pevçûnê da serbazekî artêşa Tirkiyê hatiye kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.
Îro roja yekşemê 27- 10- 2019an Wezareta Berevaniya Tirkiyê aşkere kir ku di navbera hêzên artêşa wan û şervanên HSDê da li bajarê Serêkaniyê pevçûn rû daye û di encama wê pevçûnê da serbazekî wan hatiye kuştin û 5 serbazên wan jî birîndar bûne.
Li gor vê daxuyaniyê HSDê bi mûşek û hawanê li artêşa Tirkiyê xistine.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de jî hatiye gotin artêşa Tirkiyê binke û baregehên HSDê li herêmê jî dike armanc.
Li gor peymana navbera serokomarên Rûsyay û Tirkiyê li Sûçiya Rûsyayê HSDê ji Serêkaniyê derketiye û artêşa dagîrker a Tirkiyê û terorîstên pêre ev bajar dagîr kirine.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û warên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.