Hevserokê HDPê: Siyaset û stratejiya desthilata Tirkiyê li Sûriyê têk çûye
Sêzayî Temelî Hevserokê HDPê di axaftinekê da tevî amajeya bi alûgorên vê dawiyê li bakurê Sûriyê got: Siyaset û stratejiya desthilata Tirkiyê li Sûriyê têk çûye
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevserokê HDPê Sêzayî Temelî tevî amajeya bi mijara hilweşandina vê partiyê ku ji aliyê hikûmeta Tikriyê va piştî kombûna hin malbatan li ber avahiya HDPê li Amedê hatiye hilêxistin, got: Heta heke partiya me hilweşînin jî emê têkoşîna xwe bidomînin. HDP avahiyek nîne ku wê hilweşînin. Bi girêdana avahiyan û hilweşandina partiyê hûn nikarin vê mijarê çareser bikin.
Wî di gotûbêja bi dengê Amerîkayê yê Tirkî di dewamê da got: Êdî hatiye selimandin ku li Sûriyê bêyî hebûna Kurdan tu çareseriyek pêk nayê. Jibo ku meseleya Sûriyê were çareserkirin hewcetî bi maseyekê heye, jibo Sûriyeyeka dêmokratîk hewcetî bi rêkara siyasî heye û girîngtirîn beşa wê rêkara siyasî jî Kurd in.