Tirkiye daxwaza radestkirina Mazlûm Kobanî ji Amerîkayê dike
Serokomarê Tirkiyê ji Amerîkayê xwest ku Fermandarê HSD Mazlûm Kobanî radestî Enqerê bike.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di hevpeyvîna digel Kanala TRT`ê da derbarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî de got ku ‘bultena sor’ li ser wî heye û got, “Divê Amerîka wî radestî me bike. Derbarê vê mijarê de hevalên me xebatên xwe birêve dibin.”
Li aliyê din Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh aşkere kiribû ku bo cara duyem peywendiyeke telefonî ligel Fermandarê Giştî yê HSD General Mazlûm Kobanî encam daye û gotibû, “General Mazlûm mirovekî bêhempa ye” û herwiha aşkere kiribû ku ew dixwaze ligel Mazlûm Kobanî bicive.
Herwiha beşek ji senatorên Komarxwaz û Demokrat ên Amerîkayê, nameyek ji Wezareta Karên Derve ya wî welatî re nivîsîn û daxwaz kirin ku vîze bo Mazlûm Kobanî bê dayîn.