HDP li dijî danîna qeyûman û êrişên ser bakura Sûrîyê çalakiyek saz kir
Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina girtina hevşaredarên xwe û danîna qeyûman a ser 12 şaredariyên HDPê bo 3 rojan dest ji xebata parlementoya Enqerê berdan û hatin bajarê Amedê û ew dê 3 rojan çalakiyên rûniştinê encam bidin.
Di roja yekem a çalakiyan de li bajarê Amedê tevî Hevserokê HDPê Sezaî Temellî beşek zêde parlementer, hevserok, endam û nûnerên encûmena partiyê , Hevserokên KCDê û HDKê û herwiha serokê partiyên wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyê Erkan Baş amade bûn.
Hevserokê HDPê Sezaî Temellî amaje bi wê yekê kir ku ew dê li hember danînan qeyûman û helwesta Tirkiyê ya têkildarî deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê heta kêliya dawî li ber xwe bidin.
Her çend armanca çalakiyê ya sereke protestokirina girtina hevşaredaran û danînan qeyûman bû jî di çalakiyê de bala parlimanteran her li ser êrişa Tirkiyê ser deverên Kurdnişîn ên Sûrîyê bû.