Erdoxan beriya ku here Moskovayê: Tu cihê YPG'ê di pêşeroja Sûriyê da tune
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê beriya ku here Moskovayê got: Tu cihê YPG'ê di pêşeroja Sûriyê da tune
Li gorî rapora Kurd Pressê, Erdoxên got: Di vê gerrê da emê digel Pûtîn derbarê kiryarên dewleta navendî di warê paqijkirina hêzên YPG/PYD/PKK ji navçeyên ku hêzên artêşa Sûriyê li wir bi cuih bûne, biaxivin.
Li gorî rapora têlêvîziyona NRT, wî got: Heke Amerîka sozên xwe cih neyne, operasiyonên me ji heman cihê ku hatiye rawestandin, vê carê bi iradeyeka gellek mezintir were domandin.
Erdoxên derbarê pêşniyara Makron a dirêjkirina agirbesê jî got: Pêşniyareke wisa ji aliyê serokomarê Fransayê ve bo min nehatiye ragihandin. Makron derbarê van mijaran bi têrorîstan da diaxive. Di vê pêvajoyê da mixatebê me tu wextî Fransa nebûye û em bi Amerîkayê ra hevdîtin dikin.
Erdoxan derbarê pêvajoya agirbesa demkî û derketina YPG ji navçeyê got: Paşvekişiyan didomin. Heta niha 700-800 derketin hatine tomarkirin. Eva ku 1200-1300 hêzên mayî jî bilez derdikevin, bo me hatiye ragihandin. Em nîşaneyên wan dişopînin. Ew hemî dê derkevin.
Serokomarê Tirkiyê di axaftina xwe da wek berteka li hemberî hin rexneyên pêkhatî ji nav Îranê li dijî êrîşa bi navê "Kaniya Aştiyê" jî got: "Hin axaftinên ji aliyê Îranê va ez gellek nerihet kirime. Li Îranê hin deng tên bihîstin. Ji aliyê Hesen Rûhanî serokomarê Îranê. Ev deng divê ji aliyê Îranê va nemaze ji aliyê serokomarê vî welatî va bên bêdengkirin. Vê yekê ez û hemî rayedarên Tirkiyê aciz kirine."