Li 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm hatin danîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309575-li_4_şaredariyên_din_ên_hdpê_qeyûm_hatin_danîn
Li şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin erkdarkirin. Herwiha li Şaredariya Erdîş a Wanê jî qeyûm hatiye erkdarkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2019 08:12 Asia/Tehran
  • Li 4 şaredariyên din ên HDPê qeyûm hatin danîn

Li şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin erkdarkirin. Herwiha li Şaredariya Erdîş a Wanê jî qeyûm hatiye erkdarkirin.

Danîna qeyûman li ser şaredariyên deverên Kurdnişîn ên di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam e.

Hikûmeta Tirkiyê îro ragihand, li şaredariyên hersê navçeyên Peyas, Bismil û Karas ên ser bi parêzgeha Amedê ve qeyûm hatin danîn.

Derbarê serokên wan şaredariyan de bi tohmeta ``pêwendî û alîkariya rêxistina terorê``, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha li navçeya Erdîş a Wanê jî qeyûm li şaredariya wê navçeyê hatiye danîn. Li gor biryara hikûmeta Tirkiyê, Qaymeqamê Erdîşê, Nûrî Mehmet Beyoglu weke qeyûm hatiye diyarkirin.

Duh hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li Amedê li dijî hejmarek şaredariyên di destê HDPê de operasyon pêk anîn.

Di wan operasyonan de Hevserokê Şaredariya Amedê, Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn ‎û Hevseroka Şaredariya Peyasê, Kezîban Yilmaz, Hevserokên Şaredariya qezaya Bismilê ya Amedê Gulcan Ozer û ‎Orhan Ayaz û Hevseroka Şaredariya Kocakoyê Rojda Nazlier desteser kiribûn.‎

Roja 11ê vê mehê jî Hevseroka Şaredariya Erdîşê, Yildiz Çetîn di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de bi tohmeta ``propagandaya li dijî operasyona wî welatî ya li ser bakura Sûrîyê desteser kiribûn.