Enqerê 77 rawêjkarên bîyanî vexwendin Wezareta Berevanîya Tirkîyê
Çirî 22, 2019 07:20 Asia/Tehran
Di dawîn roja agirbesê li bakura Sûrîyê, Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê 77 rawêjkarên lşekrî yên 63 welatên cîhanê ku li balyozxanên welatê xwe yên li Enqerê erkdar in, jibo şêwr û gotûbêja têkildarî opêrasyona qaşo Kanîya Aştîyê vexwendin.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê li peyamekê ku bi rêya Twitterê weşand, ragihand: 77 rawêjkarên lşekrî yên 63 welatên cîhanê ku li balyozxanên welatê xwe yên li Enqerê erkdar in, jibo şêwr û gotûbêja têkildarî opêrasyona Kanîya Aştîyê û nirxandina rewşa sînorên başûra Tirkîyê hatin vexwendin.