Erdoxan gef xwar ku êrîşên ser Sûriyê bidomîne
Çirî 21, 2019 06:22 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê gef xwar ku heke hêzên Kurd ji navçeya qaşo ewleh li bakurê Sûriyê dernekevin, êrîşî ser vî welatî dê bidome.
Li gorî rapora Reutersê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi vêya ku çaverêtî heye Azmerîka sozên xwe derbarê agirbesê cih bîne, îdia kir ku ji desteyên amerîkî û ewropî ragihandiye ku heke hêzên Kurd di moleta 120 saetî ya agirbesê da ji navçeyê dernekevin, êrîşa ser Sûriyê dê bi giraniyeke pirtir were domandin.
Her wiha şeva bihurî Erdoxan di pêwendiya telefonî tev Borîs Canson, ji billî hilkolandina pêwendiyên dualî, li ser derketina hêzên Kurd ji bakurê Sûriyê, berhevkirina çekên giran û xerakirina hemî baregeh û çeperên heyî li navçeyê di çarçova lihevkirina pêkhatî digel Amerîkayê pêgirî kir.