Îbtalkirina sefera serokwezîrê Hindistanê bo Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309514-Îbtalkirina_sefera_serokwezîrê_hindistanê_bo_tirkiyê
Serokwezîrê Hindistanê bona protestokirina destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê sefera xwe ya Enqerê îbtal kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2019 12:42 Asia/Tehran
  • Îbtalkirina sefera serokwezîrê Hindistanê bo Tirkiyê

Serokwezîrê Hindistanê bona protestokirina destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê sefera xwe ya Enqerê îbtal kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, rojama Hindû çapa Dihliyênû îro yekşemiyê ji zarê çavkaniyên dewletî yên Hindistanê nivîsî: Narênda Modî, sefera xwe ya du rojî ya Enqera paytexta Tirkiyê ku biryar bû dawiya cotmehê cih were ji ber destdirêjiya vî welatî ser bakurê Sûriyê îbtal kir. 

 Li gor vê raporê, Sûbramanyam Cî Şankar, wezîrê karên derve yê Hindistanê li bara îbtalkirina sefera serokwezîrê vî welatî bo Tirkiyê ji nûçegîhanan re got: Ev sefera tu carî fermî û eseh nebibû. 

 Narinda Modî, serokwezîrê Hindistanê cara dawiyê bona beşdariya li civîna koma 20an li sala 2015an sefera Antalyaya Tirkiyê kiribû. 

Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye  "Kaniya Xwînê".

Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand ku Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne.

Ev destdirêjî bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û  bi awayekî berfire ji aliyê  civaka navdewletî va hat şermezarkirin.