Rawêjkarê Erdogîn gef li Sûrîyê xwar
Rawêjkarê Serokomarê Tirkîyê gef kir: Derbasbûna Artêşa Sûrîyê nav deverên ku HSD ji wan vekişîyaye bi wateya ragihandina şêrr dijî Enqerê ye.
Ligorî rapora Malpera Rojnama Ray Al Yewmê, Rawêjkarê Serokomarê Tirkîyê Yasîn Oktay bi lewzeke gefxwarinê got: Ketina Artêşa Sûrîyê nav şarên Minbic, Serêkanîyê û Qamişloyê bi wateya ragihandina şêrr dijî Enqerê ye û Tirkîye dê bersiva pêwîst himberî wê bide.
Wî di çarçova gotineke nezelal û şifre da herwiha got: Heke rêçareyek were kivşkirinê û garantîyê bidin Enqerê ku komên Kurd ên dijberê dewleta Enqerê li deverên ku Artêşa SÛrîyê derbasî wan bûye nebin gefek dijî Enqerê, diqewime Tirkîye bi guhertina helwesta xwe rêçareyên ku bên hilêxistinê bi awayekî deqîq hilkolîne.
Ev gotinên Rawêjkarê Serokomarê Tirkîyê di halekî da ne ku êrişa zorbêjane ya Artêşa Tirkîyê ser axa Sûrîyê bi heceta ``têkoşîna dijî têrorîsmê`` binpêkirina yekperçetîya axa vî welatî tê hesêb û pêla şermezarkirina wê dagirkerîyê li asta cîhanê didome.