Tirkiyê Mizgefta mezin a Serêkaniyê da ber obûs û hawanan
Artêşa Tirkiyê û çeteyên pê re li gel hedefgirtina nexweşxane û sivîlan, vê carê jî mizgefta mezin a Serêkaniyê da ber obûs û hawanan.
Dewleta Tirkiyê vê carê mizgefta mezin a Serêkaniyê hedef girt.Eva di rewşekê de ye ku vê dewletê di propagandên xwe de şerê li dijî kurdan ku piraniya wan misilman in wek şerê pîroz daye nasandin û artêş û çeteyên xwe wek şervanên Îslamê dide nasandin û li mizgevtan ji bo serketina wan dua dikin.
Artêşa Tirkiyêr û çeteyên wê bi zanabûn cihên olî topbaran dikin, vê carê Mizgefta Mezin a bajarê Serêkaniyê topbaran kir.
Di dîmenan de zirarên ku ji ber topbaranê li mizgeftê ketine diyar dibin.
Artêşa Tirkiyê ji destpêka êrîşên xwe yên dagîrkerî heya niha gelek dêrên xiristiyan ên Serêkaniyê, Qamişlo û Tirbespiyê jî kirine hedef.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" niha bûye "Kaniya Xwînê".
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî ragihand Rejîma Tirkiyê û çeteyên wê li dijî kurdên Sûriyê û sivîlên kurd ji çekên qedexe îstifade kiriye û li wir sûçên şêr cih anîne