CNN: Tirkiye Agirbesê li bakura Sûriyê binpê dike
Kanala CNN a Amerîkayê şeva borî ji zarê rayedarekî vî welatî ragihand : Tirkiye bi eşkera agirbesê li bakura Sûriyê binpê dike.
Li gor nûçeya CNN, çeteyên Tirkiyê sibeya roja înê li roja yekem a Agirbesê li bakura Sûriyê êrişî ser hêzên kurd kirin.
Alîkarê serokomarê Amerîkayê Mike Pence êvara pêncşemê li hevdîtina serokomarê Tirkiyê receb teyib Erdogan li Enqerê ragihand ku Tirkiye ûAmerîka ser agirbesa 5 rojî li bakura Sûriyê li hev kirine.
Dewleta Trump ji ber rexneyên navneteweyî û navxwe yên li dijî xiyaneta wî li kurdên Sûriyê neçar ma bi Tirkiyê re ser agirbeseke 5 rojî li hev bikin, lê belê rayedarên kurd li bakura Sûriyê bi caran ragihandin ku Tirkiye guh nade ser vê agirbesê û ew bi caran binpê kiriye.
Teşklîlata bi navê Rêveberiya Xweser ya bakura Sûriyê duh di konferanseke rojnamevanî de li Hesekê ragihand, piştî derbasbûna du rojan li ser agirbestê, lê hîna artêşa Tirkiyê û çeteyên wê pabendî agirbestê nebûne ku di encama wan binpêkirinan heya niha 17 kesên sivîl can dane û 24 sivîl jî birîndar bûne û hejmarek jî di bin avahiyên rûxandî de mane, ji ber êrîşê jî tîmên hawarhatinê û bijîşkî nikarin bigihin Serê Kaniyê ta ku birîndaran derbixînin.
Dewleta Tirkiyê roja nehê Cotmehê li gor îzna Amerîkayê bona ramalandina etnîkî li bakura Sûriyê û nehêştina kurdan li wir êrişî ser kurdan li bakura Sûriyê kir.