Hevserokê HDP: Rêçareya pirsgirêka Sûriyê tenê di aşitiya bi kurdan re da ye
Sezayî Temellî, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan( HDP) li axiftinekê bal kişand ser êrişa 9 rojî ya hêzên çekdar ên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û diyar kir: Rêçaeya mesela Sûriyê tenê ji riya aşitiya bi kurdan re dikare serê xwe bigre.
Li gor rapora rojnama Duwarê, Sezayî Temellî, Hevserokê HDP li axiftinekê bal kişand ser êrişa 9 rojî ya hêzên Çekdar ên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û diyar kir: Li encama vî şerî bi sedan hezar mirov neçar man terka mal û erdên xwe idin. Qatilên tundrê yên mîna DAIŞê ji zindanan berbûne, dê herin kuderê û dê çi bikin, kivş nîne.Dê tevgereke selefî ya din cardinê pêk bînin. Hikûmeta Tirkiyê dibêje li wir dê malê ava bike û dê navçeyeke ewleh çê bike. Na wisa nîne.
Temellî di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: Plana ku Tirkiyê ser navê navça ewleh raber kiriye, ne rêçareya meselê ye. Ev plana dê vî welatî bixe nava qeyraneka mezintir. Eva dasepandina çaresernekirina meselê ser Sûriyê ye. Rêçara mesela Sûriyê ji aşitiya bi kurdan re derbas dibe. Mesela kurdan meseleyeke cîhanî ye û bi tenê bi aliyên wê yên rastîn, dê çareser bibe. Dibêjin me li hev kir. Bi kî re li bara çi gelo we li hev kiriye? Ger li hevhatinnameyên hanê kurd nebin û gelê Sûriyê têde beşdar nebe, jê re nikarin bibêjin hevhatiname.