Erdogan: Amerika sozên xwe pêk neyîne, dê operasyon berdewam bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309460-erdogan_amerika_sozên_xwe_pêk_neyîne_dê_operasyon_berdewam_bike
Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan di civîna çapemenîyê ya digel nûçegîhanên bîyanî de ragihand: Ger Amerika sozên xwe pêk neyîne, dê operasyon berdewam bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2019 15:58 Asia/Tehran
  • Erdogan: Amerika sozên xwe pêk neyîne, dê operasyon berdewam bike

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan di civîna çapemenîyê ya digel nûçegîhanên bîyanî de ragihand: Ger Amerika sozên xwe pêk neyîne, dê operasyon berdewam bike.

Erdogan di civînê de bi taybet liser êrişa Tirkiye ser bakura Sûrîyê û Rêkeftina 13 xalî ya Amerika û Tirkiye rawestiya.

Serokomarê Tirkiye got: “Şanda Amerikayê ya bi serpereştiya Mike Pence pêşniyareke rawestandina şêrr a 5 rojan anî. Me ligel şanda xwe, ev pêşniyar nirxand û pejirand. Amerika di nav 120 demjimêran de, yê terorîstan derxe derveyî sînorê herêma ewle. Ji bo vê, ji duh şev ve me navbeynek 120 demjimêran da opreasyona xwe. Di nav van 120 demjimêran de, Amerika dê çekên di dest terorîstan de ji wan bistîne, sengerên wan hilweşîne û wan derxe derveyî 30 kilometreyan. Piştî wê, kontrola deverê dê bikeve destê Artêşa Tirkiyê û bi vî awayî Operasyona Kaniya Aştiyê dikare bidawî were. Ligor lihevhatina me ligel Amerikayê, piştî vê proseyê jî, hemû dorpêçên li dijî Tirkiye dê bên rakirin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ger Amerika heta dawiya roja Sêşemiyê sozên xwe bicîh bîne, mijara herêma ewle dê were çareserkirin, lê ger na! di xûleka ku 120 demjimêr xelas dibin de, Operasyona Kaniya Aştiyê dê bi awayek gelek berferehtir dom bike”.