HDPê helwsêta xwe li ser agirbesta li bakura Sûrîyê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309450-hdpê_helwsêta_xwe_li_ser_agirbesta_li_bakura_sûrîyê_ragihand
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşwazî li rêkeftina agirbestê ya navbera Amerîka û Tirkiyê ji bo rawestandina şêrr li bakura Sûrîyê dike û daxwaz dike, ku hêzên Tirkiyê ji wir derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2019 12:25 Asia/Tehran
  • HDPê helwsêta xwe li ser agirbesta li bakura Sûrîyê ragihand

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşwazî li rêkeftina agirbestê ya navbera Amerîka û Tirkiyê ji bo rawestandina şêrr li bakura Sûrîyê dike û daxwaz dike, ku hêzên Tirkiyê ji wir derkevin.

Berdevkê HDPê di konfranseke rojnamevaniyê de li bajarê Enqerê ragihand, ku ew weke HDP agirbesta ku li bakurê Sûriyê hatiye ragihandin erênî dibînin.

Gûnay Kûbîlay diyar kir ku ji berê ve ew dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareserkirin û got, heta niha komara Tirkiyê tenê rêyên aştiyane li hember Kurdan neceribandine, lewma divê pirsgirêka Kurd jî bi diyalog û lihevkirinê bê çareserkirin.

Kûbîlay destnîşan kir ku pirsgirêka Kurdan li herêmê bi şer nayê çareserkirin û got, “pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkek e ku kokên wê yên dîrokî û sosyo-polîtîk hene” û ji bo çareseriya wê rêya herîrast, “rêbaza aştiyane” ye.

Berdevkê HDPê wiha axivî: “Bi rêkeftina di navbera Amerîka, Tirkiye û Dayra Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ew agirbesa ku ji bo dema 5 rojan hatiye ragihandin, em wek HDP erênî dibînin. Ne tenê li Sûriyê, pêdiviya navçeyê û cîhanê bi agirbesekî dayîmî heye. Ne tenê Rojhilata Navîn, pêdiviya cîhanê jî bi biratî û aştiyê heye. Di her derfetekê de me piştevanî li rawestandin şêrr kiriye. Em careke din dibêjin ku pirsgirêkên li vî welatî û li vê navçeyê bi şêrr nayên çareserkirin. Di dîroka komarê de jî hemû awayên polîtîkayên şêrr ên ku hatine meşandin, ji bilî aloziyan ti tiştek bi xwe re neanîne. Take rêya ku Tirkiyê neceribandiye, çareserî ye. Ji bo çareseriyê rêka herî rast diyalog, danûstandin, lihevkirin û çareserî ye.”