Eskerekî Tirkîyê hat kuştinê, 2 jî birîndar bûn
Çirî 18, 2019 07:23 Asia/Tehran
Di encama êrişa ser maşîna hêzên çavdêr ên Tirkîyê li navça sînorî ya Çaldiranê li parêzgeha Wanê de, leşkerekî Artêşa wî welatî hat kuştinê, 2 jî birîndar bûn.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Haber7`ê, Di encama êrişa ser maşîna hêzên çavdêr ên Tirkîyê li navça sînorî ya Çaldiranê li parêzgeha Wanê de ku şeva buhurî di siet 10`ê de pêk hat, leşkerekî Artêşa wî welatî hat kuştinê, 2 jî birîndar bûn.
Piştî pevçûnê birîndar bi helekoptêrê veguhestin nexweşxana Wanê.