Tirkîyê agirbesa li bakura rojhilata Sûrîyê binpê kir
Çirî 18, 2019 05:15 Asia/Tehran
Piştî lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê liser ragirtina şêrr li bakura rojhilata Sûrîyê, Tirkîyê bo cara yekem ew agirbesa binpê kir.
Mêdyayên Kurdên Sûrîyê ragihandin ku bi dû lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê liser ragirtina şêrr li bakura rojhilata Sûrîyê, Tirkîyê bo cara yekem ew agirbesa bi bombebarankirina nexweşxana Serêkanîyê binpê kir.
Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Penc duh êvarê ragihand ku Tirkîye razî bûye şerê dijî HSD`ê rawestîne.