Trump ji Erdogîn xwest: Ehmeq nebe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309404-trump_ji_erdogîn_xwest_ehmeq_nebe
Serokomarê Amerîkayê di namayekê de bo Serokomarê Tirkîyê bi şêwazeke dûrî isûlên dîplomatîk, ji wî xwestîye ''ehmeq'' nebe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2019 08:01 Asia/Tehran
  • Trump ji Erdogîn xwest: Ehmeq nebe

Serokomarê Amerîkayê di namayekê de bo Serokomarê Tirkîyê bi şêwazeke dûrî isûlên dîplomatîk, ji wî xwestîye ''ehmeq'' nebe.

Ligorî rapora Fox News`ê, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di wê nameyê de bo Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan ji wî xwestîye ku ''ehmeq'' nebe û li Sûrîyê komkujîyê neke neku Amerîka dê abora Tirkîyê xopan bike.

Ew nameya roja Çarşem 9`ê Cotmehê berî destpêbûna êrişa Artêşa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê hatîye şandin. 

Di pişkeke nameyê de Trump ji Erdogan re gotiye: “Bila em rêkeftineke baş bikin, tu naxwazî berpirsîya kuştina bi hezaran kesî bigirî ustîyê xwe û ez jî naxwazin têkşikandina aboriya Tirkiyê bigirim ser milê xwe, tu bixwe jî dizanî ku dikarim û pêştir jî min mînakeke biçûk a bi vî awayî nîşanî te da, dema (sepandina cezayan) ji ber kêysa qeşe Brunsun.”

Rayedarên Tirkîyê hela bertek nîşanî wê nameyê nedane lê wer xûya dike ku ew nameya ji hêla Qesra Sipî ve bi armanca kêmkirina rexneyên himberî Trump hatîye weşandin.