Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê bi Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê re civîya
Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê Robert O'Birîyen ku digel desteyekê seredana Tirkîyê kirîye, bi Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê Ibrahîm Kalin re li Enqerê civîya.
Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê Robert O'Birîyen û Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê Ibrahîm Kalin di wê civîna li Enqerê de ku siet û nîvî li pişt derîyên girêdayî pêk hat, derbarê êrişa Tirkîyê ya ser Kurdên Sûrîyê de gotûbêj kirin.
Biryar bû ku Robert O'Birîyen bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu re jî hevdîtinê pêk bîne lê ew hevdîtina bi hegerên nekivş hat ibtalkirinê.
Şayanî gotinê ye ku Alîkarê Serokomarê Amerîkayê Mike Pence jî bera xwe daye Enqerê û dê îro bi Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û hin rayedarên Tirkîyê re hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.