Erdogan: Operasyon heta teslîmbûn û paşdevekişyana kurdan dê didome
Serokkomarê Tirkiyê dibêje hêzên li gor bawera wî terorîst bi tenê heta îşev bo teslîmbûnê moleta wan heye û dawiya operasyonê li bakurê Sûriyê maye ser derketina wan ji navça ewleh ya ku Enqere dibêje.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê Anadolu News`ê, Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li axiftinekê li parlemana vî welatî, berevaniya operasyona nasiyar bi ``kaniyava Aşitiyê`` li dijî hêzên Sûriya Demokartîk kir û îdîa kir: Heta vê gavê artêaş Tirkiyê kariye hezar û 220 km çar kunc ji erdên bakurê Sûriyê paqij bike.
Wî got: Komara Tirkiyê tu carî di dirêjahiya dîrokê de bi komên terorîstî re li pişt maseya muzakirê nerûniştiye û li dû navbeynkar jî nîne.
Erdogan gef xwar: Heta îşev terorîstî hemî divê çekên xwe daynin erdê, davikên xwe xira bikin û ji navça ewleh a ku Tirkiye dibêje, vekişin.
Wî her wiha gor Êrişa ser navê kaniyava şaitiyê dê wextekê dawî bibe ku terorîst navça ewleh a bakurê Sûriyê biterikînin û heta hîngê tu qaweteke dê pêşiya cihanîna wê negre.
Hêjayî gotinê ye ku ji heftiyekê berî niha va, Tirkiye bi armanca avakirina navça ewleh li 30 km a axa Sûriyê, operasiyoneke berfireh li dijî hêzên kurdî û Demokratîak Gelan a Sûriyê li navçên bakurê rojhilata vî welatî destpê kiriye.
Hevgav Rûsiye, tevî hewildana bo navbeynkariya navbera kurdan û dewleta Şamê, hişyarî daye her cure pêşdeçûna Tirkiyê li axa Sûriyê divê demkî û li gor hevhatina Edenê ya 1998` an be. Li gor hevhatina hanê, Tirkiye bi tenê li 10 km a axa Sûriyê dikare operasyona li dijî terorîzmê cih bîne.