Serokê opozosyona Tirkiyê: Tirkiyê hemî cîhan kiriye dijminê xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309383-serokê_opozosyona_tirkiyê_tirkiyê_hemî_cîhan_kiriye_dijminê_xwe
Kemal Kiliçdaroglu serokê partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê ( CHP) li axiftinekê siyaseta derve ya Tirkiyê rexne kir û diyar kir: Îro rojê Tirkiyê cîhan hemî kiriye dijminê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2019 12:51 Asia/Tehran
  •  Serokê opozosyona Tirkiyê: Tirkiyê hemî cîhan kiriye dijminê xwe

Kemal Kiliçdaroglu serokê partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê ( CHP) li axiftinekê siyaseta derve ya Tirkiyê rexne kir û diyar kir: Îro rojê Tirkiyê cîhan hemî kiriye dijminê xwe.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê,  Kemal Kiliçdaroglu serokê partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê( CHP) ku li civîna firansiyona partiya xwe li parlemanê diaxivî, li axiftinekê siyaseta derve ya Tirkiyê rexne kir û got: Her carê me hişyarî da hakimiyeta siyasî, çi li axiftinan û çi jî li hevpeyvînên televîzyonê û çi jî li mîtîngan ku li siyaseta xwe ya derve şaştiyê dikin. Me ji wan re teqez kir ku siyaseteke maqûl û  dûr ji hestan bişopînin ji ber ku berjewendiyên dewletê ji riya berhemanîna siyasetên beraqil dabîn dibe. Nabe ji bîr bikirana ku siyaseta derve li gor berjewendiyên hevpar hatiye avakirin.

 Li gor nivîsa rojnama  Duwarê, Kiliçdaoglu di dewama gotinên xwe destnîşan kir: "We çek û sîleh şandin Sûriyê, terorîst ji her derê cîhanê kom kirin û ji riya Tirkiyê şandin Sûriyê. Terorîstên ku li Sûriyê birîndar bibûn ve veşartî anîn Tirkiyê û we ewna derman kirin û cardinê we zivrandin Sûriyê. Bi vî awayî em dikarin dost û hevalan bi dest bixin? Divê rêzê ji yekperçetî û serweriya her welatekî bigrin da ku welatên  cîran jî rêzê ji yekperçetiya axa me û serweriya me bigrin.  Ger em rêzê ji serweriya welatên din negrin, me bi tenê ji xwe re dijmin çêkirine. Îro rojê me cîhan hemî kiriye dijminê xwe. "