Polîsê Tirkiyê 391 dijberên êrîşa ser bakurê Sûriyê girtin
Çirî 16, 2019 04:51 Asia/Tehran
Di sê rojên dawî da 391 kes bi tawana rexneya ji êrîşa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ku pirranî li nav torên civakî pêk hatine, girtine.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Hevdem digel destpêbûna êrîşa bi navê Kaniya Aştiyê ya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, di sê rojên dawî da 391 kes bi tawana propagandaya bo komên têrorîst û rexneya ji êrîşa artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ku pirranî li nav torên civakî pêk hatine, girtine.
Ajansa Anatoliyê îdia kiriye ku 245 kes ji girtiyan bi tawana propagandaya PKK/YPG û 146 kes jî ji ber propagandaya koma têrorîst a DAIŞê hatine girtin.