Nûnerên Kongresa Amerîkayê: Cezayên ku Trump li dijî Tirkiyê ragihandine kêm in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309363-nûnerên_kongresa_amerîkayê_cezayên_ku_trump_li_dijî_tirkiyê_ragihandine_kêm_in
Nûnerên Kongresa Amerîkayê diyar kirin ku cezayên ku dewleta Trump li dijî Tirkiyê diyar kirine têrê nakin, vêca ew dixebitin pêşnûmaye cezayên nû li vê barê de amade bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 15:20 Asia/Tehran
  • Nûnerên Kongresa Amerîkayê: Cezayên ku Trump li dijî Tirkiyê ragihandine kêm in

Nûnerên Kongresa Amerîkayê diyar kirin ku cezayên ku dewleta Trump li dijî Tirkiyê diyar kirine têrê nakin, vêca ew dixebitin pêşnûmaye cezayên nû li vê barê de amade bikin.

Malpera nûçeyan ya Hill Newsê ya Amerîkayê ragihand ku piştî êrişa dagîrkerî ya dewleta Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê li bakura vî welatî, Nûnerên Kongresa Amerîkayê duh dijberiya xwe derheq biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya derxistina hêzên amerîkî ji bakura Sûriyê diyar kirin û ji Koşka Sipî xwestin cezayên giran û zêdetir li dijî dewleta Erdogan dasepîne.

Serokê kêmaniya Senayê Chuck Schumer û du senatorên din yên wekî Jack Reed û Bob Menendez bi daxuyaniyekê cezayên Koşka Sipî ji bo girtina pêşiya êrişên artêşa Tirkiyê û tevkujiya kurdan kêm dan zanîn û gotin ew nikarin bi cezayên hanê rê li ber revîna endamên DAIŞê bigirin.

Wan gotin ku Trump soza boykotên wêrankir ji bo abora Tirkiyê dabû, lê niha bi tenê çend cezayên negirîng diyar kirine.

Seroka Meclis Nûneran ya Amerîkayê  Nancy Pelosi jî dîyar kir ku berpirsê bûyerên li Sûrîyê, Trump e û da zanîn ku cezayên li dijî Tirkîyê kêm in.Pelosi li ser cezayên dijî Tirkîyê daxuyanîyeke nivîskî belav kir.Pelosi got: Trump rê li ber zêdebûna alozî û bêîstiqrariyê li Sûriyê vekir. Paketa cezayan a dijî Tirkîyê, bo rawestandina pirsgirêka mirovî ya çêbûye, kêm e’’

Pelosi da zanîn ku Trump li Kurdan ‘’Xiyanet kiriye’’ û dîyar kir ku biryarên Trump ên ‘’bêteşe’’ bo îstiqrara û seqamgiriya herêmê rîskan çêdikin û zararê didin bawerîya bo Amerîka.