Volkswagenê weberhênana xwe li Tirkiyê rawestand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309362-volkswagenê_weberhênana_xwe_li_tirkiyê_rawestand
Kompanyaya almanî ya Volkswagen a berhemanîna otomobîlan ragihand ku ji ber êrîş û binpêkariyên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê wan biryar daye weberhênana xwe li Tirkiyê rawestînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 15:01 Asia/Tehran
  • Volkswagenê weberhênana xwe li Tirkiyê rawestand

Kompanyaya almanî ya Volkswagen a berhemanîna otomobîlan ragihand ku ji ber êrîş û binpêkariyên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê wan biryar daye weberhênana xwe li Tirkiyê rawestînin.

Berdevkê kompanyaya Volkswagenê ragihand, ew gelek ji êrîşên Tirkiyê yên li ser bakurê Sûriyê û kuştina welatiyên sivîl nîgeran in û tekez kir, ew ji nêzîk ve û bi hûrî çavdêriya rewşê dikin.

Komapnyaya Volkswagenê daye xuyakirin, ji ber êrîşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê û kuştina welatiyên sivîl, wan biryar daye ku çêkirina navenda xwe ya berhemanîna otomobîlan li Tirkiyê paş bixin ku biryar bû bi bihayê 1.4 milyar dolar bihê vekirin.

Volkswagen dixwaze li ser asta cîhanê weberhênana xwe zêdetir bike û asta firotina otomobîlên xwe li welatên Asyayê zêde bike, bo vê armancê jî biryar bû ku navendeke din a berhemanîna otomobîlan li Tirkiyê veke, ku bi wê yekê hejmara navendên wê kompanyayê li seranserê cîhanê dibe 123 navend.

Ji ber êrîşa li ser bakurê Sûriyê û kuştina welatiyên sivîl, zextên herêmî û navdewletî li ser Tirkiyê her ku diçe berfirehtir dibe.

Êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriyê û kurdên vî welatî îro derbasî roja heftem bûye û di roja heftem de artêşa Tirkiyê bi giranî bajarê Serê Kaniyê topbaran dike.