Konseya Ewlekariya NYyê sibê bo pirsa Tirkiyê êrişa ser bakura Sûriyê dicive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309361-konseya_ewlekariya_nyyê_sibê_bo_pirsa_tirkiyê_êrişa_ser_bakura_sûriyê_dicive
Li ser daxwaza Fransa û Brîtanya, Belçîka, Almanya û Polenda wê sibê Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî (NY) bi awayekî awarte bicive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 14:49 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlekariya NYyê sibê bo pirsa Tirkiyê êrişa ser bakura Sûriyê dicive

Li ser daxwaza Fransa û Brîtanya, Belçîka, Almanya û Polenda wê sibê Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekgirtî (NY) bi awayekî awarte bicive.

Çend dîplomatên welatên Yekîtiya Eropayê (YE) ji ajansa Reutersê ra aşkere kirine welatên Fransa û Brîtanya, Belçîka, Almanya û Polenda bo gotûbêjkirina êrîşa Tirkiyê ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî bicive.

Herwiha Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) hefteya borî jî rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî kurdên Sûriyê nîqaş kir.

Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka û Rûsya ew daxwaz red kiribûn.