Hevseroka HDP: Tirkiye dixweze kurdan bifetisîne
Hevseroka HDP li hevdîtina çend parlemanterên tirk de raghand ku Tirkiye dixweze kurdan li her derekê ku henaseyê dikşînin, bifetisîne.
Li bara êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, Pervîn Bûldan dibêje: Ger kurd gulekê li nav guldanekê biçînin, ew qeyûman bo vê guldanê datînin û navê wê dikin çandina guldana terorîstî û bi çek û tankan êrişî ser dikin.
Wê her wiha got: kîn û nefreta li dijî kurdan niha sînor derbas kirine û ew dixwezin li her derê ku kurd nefes dikşînin, wan bixendiqînin.
Wê her wiha amaje kir ku AKP li hundir û li derve ketiye tecrîdê û bi tenê pênc dewlet û paşmayiyên DAIŞ`ê piştgiriya vê şerî dikin. Ji Filistîn heta bakurê Qibrisê, ji Yekitiya Ewrûpayê heta Yekitiya Ereban, hemî cîhanê dijî êrişa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê ne.