HPG: Li Xakûrkê 9 leşkerên tirk hatine kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309358-hpg_li_xakûrkê_9_leşkerên_tirk_hatine_kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên wan li Xakûrkê li dagirkeran dane, 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 14:30 Asia/Tehran
  • HPG: Li Xakûrkê 9 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK’ê ragihand ku hêzên wan li Xakûrkê li dagirkeran dane, 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê ragihand ku di 2 çalakiyên hêzên wan de 9 leşkerên Tirk hatin kuştin, êrîşên li ser meqerên wan jî dewam dikin.

Di operasyoneke din de ku ji nêz ve bi xurtî li çeper û kozikan hate xistin, gelek çeper û kozik hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatine kuştin.

Li devera Şifreza ya navçeya Çelê ya Colemêrgê jî di navbera hêzên PKK û artêşa Tirkiyê de şer qewimîbû. Di vî şerî de jî sê hêzên PKK hatin kuştin.