Ji Çînê bo Tirkiyê: Wegerin ser rêya rast
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309349-ji_Çînê_bo_tirkiyê_wegerin_ser_rêya_rast
Komara Çînê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê li bakura vî welatî ji Tirkiyê xwest wegere ser rêya rast.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2019 12:50 Asia/Tehran
  • Ji Çînê bo Tirkiyê: Wegerin ser rêya rast

Komara Çînê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê li bakura vî welatî ji Tirkiyê xwest wegere ser rêya rast.

Îro 15.10.2019ê wezareta derve ya Çînê bi beyanameyekê daxwaz ji Tirkiyê kir, êrîşên xwe li ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî  rawestîne û wegere ser rêya rast.

Ew helwêst yekem a dewleta Çînê ye derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê ku Çîn welatekî mezin ê zilhêzê cîhanê ye û endamê daîmî yê Konseya Ewlekariya Navdeweletî ye.

Roja çarşemê 09.10.2019ê bi fermana serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ve êrîşa zemînî û esmanî ya artêşa Tirkiyê û grubên terorîst û tund ên opozîsyona Sûriyê, êrîşa ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê destpê kir.