Tirkiyê ,Emerîka tawabarê dabînkirina çekên hêzên kurd li bakurê Sûriyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309209-tirkiyê_emerîka_tawabarê_dabînkirina_çekên_hêzên_kurd_li_bakurê_sûriyê_kir
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, dewleta Emerîkayê bi dabînkirina çek û sîlehên giran û pêşketî bo Yekînên Parastina Gel(YPG) û PKK tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2019 13:32 Asia/Tehran
  •  Tirkiyê ,Emerîka tawabarê dabînkirina çekên hêzên kurd li bakurê Sûriyê kir

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, dewleta Emerîkayê bi dabînkirina çek û sîlehên giran û pêşketî bo Yekînên Parastina Gel(YPG) û PKK tawanbar kir.

 Li gorî rapora ISNA`yê, Mewlûd Çawûşoglu got, piraniya endamên YPG û PKK li sê rojên buhurî bi kamyonên tijî çek û rextên Emerîkayê pergal bûne. 

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha bal kişand ser êrişa eskerî ya welatê xwe ser bakurê Sûriyê û got: Emerîka dewsa ku Tirkiyê ku endamekî NATO`yê ye, dabîn bike, çek û sîlehên van rêxistinên terorîstî dabîn dike. 

Operasyona berfireh a artêşa Tirkiyê ser bakurê rojhilata Sûriyê ji roja çarşemiyê ve destpê bûye û tim didome. Rayedarên Sûriyê tevî şermezarkirina vê operasyonê teqez kirine sûrî dê berevaniya yekperçetiya erdê û hakimiyeta neteweyî ya xwe bikin. 

 Operasyona eskerî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê bi awayekî berfireh ji aliyê civaka navneteweyî hatiye şermezar kirin.