Amerîka û Rûsya dijî şermezarkirina Tirkîyê ne
Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rûniştineke girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.
Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka û Rûsya ew daxwaz red kirin.
Amerîka û Rûsya, bi vê redkirinê cara pêşî ye ku li Konseya Ewlekarî ya NYyê bo Sûrîyê de helwestek wek hev werdigirin.
Piştî civînê, nûnerên Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Brîtanya û Polonya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.
Endamên Ewrupî yên civatê dîyar kirin ku operasyona Tirkîyê fikaran çêdike û bang wî welatî kirin ku operasyonên xwe bi dawî bike.
Niha ji gişt alamê û kurdên cîhanê eyan bûye ku Amerîka îzna êrişa ser kurdên Sûriyê ku li şerê dijî DAIŞê roleke girîng lîstin daye û niha jî bi girtina pêşiya şermezarkirina Tirkiyê rê li ber qirkirina kurdan ve dike. Di vê halî de gelek ji karzan û agahdarên pirsên bakura Sûriyê dibêjin herçend Amerîkayê gotiye ku li vî şerî de piştgiriya Tirkiyê nake, lê belê ji babeta dayîna zanyariyan û eşkera kirina cihê şervanên kur destekê dide Tirkiyê.