Artêşa Tirkiyê hin navçeyên bakurê Sûriyê dagîr kirin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi dayîna daxuyaniyekê ragihand ku du gund û beşek ji navçeyên bakurê Sûriyê di êrîşa hêzên artêşa wî welatî ya qaşo bi navê "Kaniya Aştiyê" hatine dagirkirin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro anku Pêncşemê îdia kir ku êrîşên esmanî, topxaneyî û zemînî yên artêşa vî welatî li ser navçeyên Reqa û Hesekeya Sûriyê serketî bûne.
Koma nasyar bi Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji destpêka êrîşên berêvariya Çarşemiyê ser bakurê rojhilata Sûriyê heta niha herîkêm 15 kes hatione kuştin û 41 kes jî birîndar bûne.
Erdogan serokomarê Tirkiyê duh danê êvarê fermana destdirêjiya leşkerî ya artêşa vî welatî ser bakurê rojhilata Sûriyê da.
Ev êrîş tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî û navçeyî bûye.
Rayedarên Sûriyê tevî şermezarkirina vê detsdirêjiyê destnîşan kirine ku sûrî dê yekparçetî û hakimiyeta xwe ya neteweyî biparêzin.
Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) (Kurdên Sûriyê) jî ragihandine ku ewê destdirêjiya Tirkiyê veguherînin şerekî giştalî.
Artêşa Tirkiyê di 3 salên bihurî da çend caran destdirêjî li axa Sûriyê kiriye û hin navçeyên vî welatî dagir kirine.