Îdiaya Mike Pompeo derbarê destdirêjiya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309168-Îdiaya_mike_pompeo_derbarê_destdirêjiya_tirkiyê_li_ser_bakurê_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê îdia kir ku Koşka Sipî ji bo destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, ji Enqerê re Lampa Kesk vênexistiyeî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 10, 2019 12:37 Asia/Tehran
  • Îdiaya Mike Pompeo derbarê destdirêjiya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê îdia kir ku Koşka Sipî ji bo destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, ji Enqerê re Lampa Kesk vênexistiyeî.

Li gorî rapora Fars Newsê, Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Pêncşemê di axaftinekê da îdia kir ku Waşîngtonê Çiraya Kesk nîşanî Tirkiyê nedaye ku destdirêjiya ser bakurê Sûriyê bike.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê her wiha biryara Trump a derketina hêzên amerîkî ji bakurê Sûriyê jibo dûrkirina wan hêzan ji navçeya pirrxeter da zanîn.

Tevî hebûna hişyariyên ku gellekan li nav Amerîkayê derbarê îmkana vegeriyana koma têrorîst a DAIŞê hilêxistine, lê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di dewama îdiayên xwe, dilgiraniyên berfireh derbarê ihtimala diyarbûna dubare ya DAIŞê li Sûriyê nerast da zanîn û ew yek red kir.

Îdiayên Wezîrê karên derve yê Amerîkayê di rewşekê da hatine hilêxistin ku Tirkiyê destdirêjiya xwe ya bejahî ser Bakurê Sûriyê ji berêvariya Çarşemê va destpê kir û Erdogan serokomarê Tirkiyê jî li ser Twittera xwe ev destdirêjî piştrast kir.

Destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê piştî wê yekê pêk hat ku çend rojan berê Koşka Sipî ragihand ku hêzên xwe ji bakurê Sûriyê derdixe û dê xwe tevlî destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê neke. Mijara ku tûşî gellek rexneyan li nav aliyên cûrbicûr ên Amerîkayê bûye û gellekan ev helwêsta Trump bi wateya nîşandana Çiraya Kesk bo destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û xiyaneta li kurdên vî welatî dane zanîn.