Hewldana pêkenî ya Trump bo pînekirina dayîna îzna êrişa ser kurdên sûrî
Serokkomarê Emerîkayê ku ji ber vekirina riya Tirkiyê bo êrişa ser bakurê Sûriyê ku ji her alî ve hatiye rexnekirin, mehne û belgeyên pêkenî û komîk derdixe holê.
Li gorî rapora ILNA`yê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê îro pêncşemê di dewama helwêstên xwe yên newekhev got ku ew hez ji kurdan dike, lê kurdan li şerê cîhanî yê duyem li operasyona artêşa Emerîkayê li Normandiya Fransayê alîkariya Waşengtonê nekirin.
Serokkomarê Emerîkayê di dewamê de îdia kir: Emerîkayê diraveke zav bo alîkariya kurdan xerc kiriye.
Çend rojan beriya destpêbûna operasyona eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê,koşka Sipî di daxûyaniyekê de raghand ku hêzên emerîkî ne ji operasyona Tirkiyê piştgiriyê dikin ne jî pêşiya wê digirin û ji bo vê yekê ji navçeyê derdikevin.
Li gor bawera çavdêrên siyasî, ev kiryara Emerîkayê weke lampa kesk a wî bo êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê û wekî xiyaneta wî li wan bûye.