Rûhanî: Peywendîyên Têhran-Enqerê dostane, qayîm û ber bi berfirebûnê ne
Serokê Komara Islamî ya Îranê peywendîyên Têhran-Enqerê dostane, qayîm û ber bi berfirebûnê zanîn.
Serokê Komara Islamî ya Îranê li rex pêncemîn dewra civîna sêalî ya Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li Enqerê, di hevdîtina digel Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan bi gotina vê yekê ku her du welat nika li rex hev sekinîne, dîyar kir: Îran û Tirkîye tevî pirsgirêkan yê peywendîyên aborî yên giştalî bidomînin.
Rûhanî pêgirî kir ku berfirekirina hevkarîya ticarî ya Îran û Tirkîyê bi saya sûdwergirtina ji diravê netewî li peywendîyên aborî yên her du welatan dibe sedema tevgerê û pêşketinê û got: Îran ji sermayeguzarîya pişka nedewletî ya Tirkîyê di projên hevpar de pêşwazîyê dike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha bi gotina vê yekê ku parastina ewlehîya rêyên deryayî li Kendava Farsê û Tengava Hormizê hertim bala Îranê wek mezintirîn welatê perravî kişandîye, dîyar kir ku Îran xwe erkdarê dabînkirina ewlehîya rêyên deryayî li herêmê dizane.
Rûhanî êrişên ser Yemenê encama texmînên şaş û adresên şaş ên Amerîkayê zanîn û got: Divê hemî hewil bidin ku bi pişkdarîya NY istiqrar û aramî bizvire Yemenê.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan jî di vê hevdîtinê de amajeyî peywendîyên dostane, birayane û ber bi berfirebûnê yên Îran û Tirkîyê kir û got: Hevkarîya ticarî ya her du welatan bi saya diravên netewî gellekî geş bûye û ev yeka yê were domandinê.
Erdogan bi gotina vê yekê ku boykotên Amerîkayê dijî Îranê neavaker in, pêgirî kir: Îran û Tirkîye di rojên dijwar de li rex hev sekinîne û dê bisekinin jî.