Wezîrên Berevanîyê yên Îran û Tirkîyê li Enqerê civîyan
Îlon 16, 2019 13:00 Asia/Tehran
Wezîrên Berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê û Tirkîyê li Enqerê civîyan.
Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê Emîr-Sertîp Emîr Hatemî ku digel Serokê Komara Islamî ya Îranê bi merema pişkdarîya di civîna Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê çûye Enqerê, bi Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akra re hevdîtin pêk anî.
Pêncemîn dewra civîna sêalî ya Serokên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Sûrîyê de wek welatên garantorê demajoya aştîyê îro li Enqerê destpê bû.
Serokomarên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê di vê dewra civînê de derbarê domandin û berfirekirina hevkarîyên sêalî di warên curbicur ên aborî û herwiha peywendîyên navçeyî da jî gotûbêj kirin.
Rûhanî li rex civîna li Enqerê yê bi Serokomarê Ûrsêtê Vladmîr Pûtîn re jî bicive.