Tirkîyê kirrîna Mertala Mûşekî ya S400`ê jibo aştîya navçê pêwîst zanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308322-tirkîyê_kirrîna_mertala_mûşekî_ya_s400_ê_jibo_aştîya_navçê_pêwîst_zanî
Serokomarê Tirkîyê kirrîna Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî jibo aştîya navçê pêwîst zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 16, 2019 12:00 Asia/Tehran
  • Tirkîyê kirrîna Mertala Mûşekî ya S400`ê jibo aştîya navçê pêwîst zanî

Serokomarê Tirkîyê kirrîna Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî jibo aştîya navçê pêwîst zanî.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Reutersê de got: Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî, mertala xweparastinê ye ne ya êrişkirinê û Tirkîye jî hewcedarê mertalekî wiha ye.

Serokomarê Tirkîyê ragihand ku peymana kirrîna Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî rêketinama herîgirîng a dîroka Tirkîyê ye ji ber ku berhemanîna hevpar a wê mertalê garantî dike.

Wî amajeyî wê yekê kir ku demajoya bicihkirina wê mertalê yê di Nîsanê de bikemile û got: Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî ne berovajî balafirên cengê yên F-35 ên Amerîkayê ye.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku wergirtina duyemîn barê Mertala Mûşekî ya S400 a rûsî duh kemilî.