Erdogan: Amerîka çekan belaş dide Kurdên sûrî lê bi dirêv nade me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308260-erdogan_amerîka_çekan_belaş_dide_kurdên_sûrî_lê_bi_dirêv_nade_me
Serokomarê Tirkîyê ji ber vîya ku Amerîka çek û rextan belaş dide Kurdên Sûrîyê lê nade Tirkîyê, rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2019 13:06 Asia/Tehran
  • Erdogan: Amerîka çekan belaş dide Kurdên sûrî lê bi dirêv nade me

Serokomarê Tirkîyê ji ber vîya ku Amerîka çek û rextan belaş dide Kurdên Sûrîyê lê nade Tirkîyê, rexne kir.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Reutersê de Amerîkayê gellek çek û rext jibo YPG şandine, ji ber wê yekê ku Amerîka alavên cengê yên mînanî balafirên cengê yên F-35 nade Tirkîyeya ku endamê NATO`yê ye, rexne kir.

Wî herwiha got: Eva Tirkîye ye ku himberî têrorîstan têdikoşe. Em şirîkê we li NATO`yê ne. Hûn çekan didin YPG lê heta bi dirêv jî nadin me ku endamê NATO`yê ne. Em ji ber vîya ku me ev meseleya bi caran rave kirîye, westîyane. Ez fikir dikim ku divê Donald Trump vê yekê fem bike.

Erdogan derbarê xebatên pêkanîna navçeya aram li bakura Sûrîyê de jî got ku xebatên pêkanîna navçeya aram daxwazên wan dabîn nakin û diyar kir ku sebra wan jî ber bi dawiyê ve tê û ji ber hindê ew dê bi dû rêçareya xwe bin.

Herwiha di beşeke din a hevpeyvînê de Erdogan, diyar kir ku ew niha 3 milyon û 600 hezar koçberan xwedî dikin û got ku ew nikarin barekî din ê koçberan li xwe bigirin û eger pêwîst bike ew dê deriyên bo Ewropayê li ber koçberan vekin.

Erdogan aşkere kir ku destpêka Cotmehê, dê di navbera Rûsya, Almanya, Fransa û Tirkiyê de civîneke çaralî pêk were û diyar ku di vê civînê de rewşa Idlibê û mijara koçberan dê bên hilkolandin.

Derbarê kirîna S-400an ji Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku ew dê heta meha Nîsana sala bê wê sîstemê bicih bikin. Erdogan diyar jî kir ku eger di mijara F-35an de jî pêşiya wan bê girtin ew dê li alternatîfên din bigerin û herwiha destnîşan jî kir ku Rûsyayê ji wan re pêşniyaz kiriye ku firokeyên SU-35/SU-57 bifiroşe Tirkiyê.