Parêzerê Demirtaş: Tu berbendek ser rêya azadkirina Demirtaş nemaye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308240-parêzerê_demirtaş_tu_berbendek_ser_rêya_azadkirina_demirtaş_nemaye
Parêzerê Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî hikmê azadkirina Demirtaş ê ji hêla Çiqa 19`ê ya Dadgeha Cezayan a Enqerê ve kir û got: Tu berbendek ser rêya azadkirina Demirtaş nemaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2019 04:52 Asia/Tehran
  • Parêzerê Demirtaş: Tu berbendek ser rêya azadkirina Demirtaş nemaye

Parêzerê Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî hikmê azadkirina Demirtaş ê ji hêla Çiqa 19`ê ya Dadgeha Cezayan a Enqerê ve kir û got: Tu berbendek ser rêya azadkirina Demirtaş nemaye.

Parêzerê Hevserokê berê yê HDP Aydin Erdogan di civîneke rojnamevanîyê de ragihand, roja 18 Îlonê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê têkildarî dosyeya Selahattin Demirtaş bicive û diyar kir, her demê egera azadkirina Demirtaş heye.

Aydin Erdogan da xuyakirin, ku “niha ti astengîyek li pêşiya azadkirina Demirtaş nemaye” û tenê ji ber hin sedemên ku ew jî nizanin, Demirtaş nayê berdan.

Aydin Erdogan dîyar kir ku ji ber civîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û “ji bo ku nîşan bidin li Tirkiyê hiqûq tê bicîkirin”, her demê egera azadkirina Demirtaş heye.

Aydin Erdogan amaje bi cezayê zîndanê ku bi ser Demirtaş de hatiye sepandin, kir û ragihand, ji ber gotarekê ku di dema pêvajoya aştiyê de pêşkêş kiriye, cezayê 4 sal û 8 mehan lê hatiye birîn.

Parêzerê Hevserokê berê yê HDP Aydin Erdogan got: Roja 18 Îlonê careke din Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dê li ser wan dosyeyên ku têkildarî Demirtaş hene, biryarê bide, jibo ku nîşan bidin li Tirkiyê hiqûq tê cîbicîkirin, dadgehê biryara azadkirinê da. Dadgehê biryar daye, lê karên neyasayî ku li hemberî Demirtaş têne kirin, temam nabin û ew rewşek e ku li Tirkiyê tê dîtin, ji ber wê her demê dikare bê azadkirin.”