HDP teqîna li Pasûra Dîyarbekrê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308231-hdp_teqîna_li_pasûra_dîyarbekrê_şermezar_kir
Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna li Pasûrê Dîyarbekrê şermezar kir.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Îlon 13, 2019 13:08 Asia/Tehran
  • HDP teqîna li Pasûra Dîyarbekrê şermezar kir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP teqîna li Pasûrê Dîyarbekrê şermezar kir.

Hevserokên HDP`ê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî  di derbarê teqîna li Pasûra Dîyarbekrê de daxûyaniyek belav kirin û bûyer bi tûndî şermezar kirin. Hevserokên HDP`ê xwestin ku bûyer ji her aliyê ve were zelalkirin û berpirsên teqînê werin eşkerekirin. Lê girtina hevşaredarê wan ê Pasûrê û Serokê şaxa partiya wan piştî teqînê işareta wê yekê ye ko lêpirsînek ciddî nayê kirin û tê xwestin hişmendiyek dijî HDP`ê were pêkanîn. Hevserokên HDP`ê ragihandin ku girtina Şaredarê Pasûrê nayê qebûlkirinê.

Di teqînê de, ku bi bombeyek çandî hate encamdan, 7 gundiyên deverê jiyana xwe jidest dan. 10 hevwelatî birîndar bûn, ku birînên çend kesan giran in.

Piştî teqîna Pasûrê rêvebirên Tirkiyê û Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu PKK bi teqîn tometbar kirin, lê heta niha ji alî PKK ve tu daxûyanîyek nehatîye dayîn.