Îlon 13, 2019 16:09 Asia/Tehran
  • 2 rayedar têkildarî teqîna li Amedê hatin girtinê

Serokê Teşkîlata Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) û Rêvebirê Karên Têknîkê yê Şaredarîya Kulpê li Parêzgeha Dîyarbekrê têkildarî teqîna têrorîstî ya duh êvarê li wê parêzgehê hatin girtinê.

Piştî ku Rêvebirîya Ewlehîyê raporek têkildarî sekinîna maşîneke Şaredarîya Kulpê li cihê teqînê çend xulekan berî wê wergirt, Serokê Teşkîlata HDP û Rêvebirê Karên Têknîkê yê Şaredarîya Kulpê hatin girtinê.

Li ser rêya di navbera navçeya Pasûrê ya Amedê û bajarê Mûşê de wesayîta gundiyan pêlî mayînê kir. Di encamê de 7 gundiyan canê xwe  ji dest dan û 13 gundî jî bi giranî birîndar bûn.

Dewleta Tirkîyê ragihand ku ew bomba ji hêla PKK`ê va hatibû danînê û ew koma berpirsê wê teqînê ye.