Elî Babacan endamê AKP`ê partiyekî nû damezirand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308177-elî_babacan_endamê_akp_ê_partiyekî_nû_damezirand
Elî Babacan endamê berê yê AKP`ê ji damezirandina partiyekî nû li nav Tirkiyê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2019 15:11 Asia/Tehran
  • Elî Babacan endamê AKP`ê partiyekî nû damezirand

Elî Babacan endamê berê yê AKP`ê ji damezirandina partiyekî nû li nav Tirkiyê xeber da.

Cîgirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Alî Babacan dema ragihandina partiya xwe ku dê pêşbaziyê bi AKP`ê re bike, eşkere kir û got dê partiya wan beriya sala 2020`an ava bibe.

Alî Babacan ji Tîrmeha derbasbûyî ve ji ber nakokiyên bi rêveberiya AKP’ê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan re îstîfa kir.

Babacan yek ji endamên damezirîner ê AKP`ê ye û erka wezîriya aboriyê û ya derve girtibû û piştre bû cîgirê serokwezîr.

Babacan ku ji rojnameyeke herêmî re axivî, got ew ê partiyeke nû di dawiya vê salê de ava bike da ku li pêşiya AKP`ê bisekine.

Babacan her wiha got: “Ji bo rêveberiya partiya nû kar dewam dike, wê hinek dem bigire, Em dixwazin beriya despêka sala 2020’an partiyê ava bikin.”