Encama Rapirsiyeke nû: CHP li Tirkiyê dibe partiya yekem
Li gorî dawîn rapirsîya Navenda Lêkolînan a Avrasyayê, ku di Îlona îsal de li Tirkiyê hatiye lidarxistin, Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) careke din vedigere pileya yekem û rêjeya dengên AKP`ê kêm dibe.
Ligorî rapora Rojnama Cumhûrîyetê, Navenda Lêkolînan a Avrasyayê hevdem ligel lêdana zengila damezrandina partiya nû li Tirkiyê, lêkolînek encam daye, ku li gor lêkolînên wê navendê, CHP ku wek partiya Kemalîstan û partiya sereke ya opozisyonê li wî welatî tê naskirin, li Tirkiyê dibe partiya yekemîn.
Li gor heman rapirsîyê, dengên AKP`ê kêm dibin û hatiye diyarkirin, ku gendeliya îdarî û koçberên Sûrî, krîza Aborî û bêkarî sedemên sereke yên kêmbûna dengên AKPê ne.
Rapirsiya Navenda Lêkolînan a Avrasyayê ew yek jî diyar kiriye, ku partiyên nû yên Ahmed Davutoglu û Alî Babacan dê nêzîkî ji sedî 4`ê dengên AKP`ê ji xwe re bibin.
Serokê Navenda Lêkolînan a Avrasya, Kemal Ozkiraz ragihandiye, damezrandina partiya nû hevkêşeyan diguherîne û li gor rapirsiya herî dawîyê, CHP bi navbereke kêm li pêş AKP ye, tevî wê yekê, piraniya kesên ku hilbijartinê baykot dikin, dengderên AKPê ne.
Li gor encamên wê rapirsiyê, AKP li beramber hemû partiyên din dengan jidest dide û karayîya wê ji bo rawestandina kêmbûna dengan jî nîne.
Navenda Lêkolînan a Avrasyayê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku piştî eşkerebûna partiyên nû dê guherîn di van encaman de pêk bên.
Li gor encamên wê rapirsiyê, partiya Alî Babacan yê ji serî 5-6 dengên AKPê, ji sedî 1-2 dengên CHPê, ji sedî 2 dengê IYI Partiyê, ji sedî 1 dengên MHPê û ji sedî 0.5 dengên HDPê bibe.
Herwiha heke Davutoglu jî partîyekê ava bike dê tenê ji sedî 3-4 dengên AKP bibe.