Dawûdoglu ji AKP`ê cida dibe
Çavkanîyên nêzîkî Serokwezîrê berê yê Tirkîyê ragihand ku Ehmed Dawûdoglu di rojên bê de yê ji AKP`ê cida bibe.
Piştî ku hefteya buhurî Desteya Serokatîya AKP`ê xwest ku Ehmed Dawûdoglu ji wê partîyê bê derxistinê, tê payîn Serokwezîrê berê yê Tirkîyê bi zûtirkê ji wê partîyê cihê bibe.
Herwiha tê gotin ku Civata Rêvebirîya AKP`ê jî di rojên bê de yê hikmê derxistina Dawûdoglu û çend hevrêyên wî bide.
Dawûdoglu meha buhurî gotibû ku roja îro Tirkîye hewcedarê dadperwerîyeke rastî û dûrî durûtîyê ye çinku pêbawerîya gel derheq dadperwerîyê ji nav çûye.
Tê gotin ev gotinên Dawûdoglu yek ji hegerên derxistina wî ji AKP`ê ne.
Dawûdoglu nêzî 3 salan berî niha piştî ku ligorî daxwaza Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û Serokê AKP`ê ji Serokwezîrtîyê hat wêdadayînê, ji qada sîyasetê vekişîya.