Hevseroka HDPê ya Wanê û 22 kesên din hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308168-hevseroka_hdpê_ya_wanê_û_22_kesên_din_hatin_girtin
Li 6 parêzgehên Kurdnişîn ên Tirkîyê, di encama operasyonên hevbeş ên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de, 23 kes hatin girtin ku Hevseroka HDPê ya Wanê Yadîşen Karabulak û çend rayedarên din ên HDPê yên navçeyên din jî di nava girtiyan de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 11, 2019 11:57 Asia/Tehran
  • Hevseroka HDPê ya Wanê û 22 kesên din hatin girtin

Li 6 parêzgehên Kurdnişîn ên Tirkîyê, di encama operasyonên hevbeş ên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de, 23 kes hatin girtin ku Hevseroka HDPê ya Wanê Yadîşen Karabulak û çend rayedarên din ên HDPê yên navçeyên din jî di nava girtiyan de ne.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li Wan, Amed, Agirî, Bedlîs, Colemêrg û Îdirê çend operasyon lidar xistin û 23 kesgirtin.

Rêveberiya Asayişa Wanê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku operasyon duh Sêşemî 10ê Îlonê hatine encamdan û operasyona hevbeş ji Wanê ve hatiye birêvebirin.

Rêveberiya Asayişa Wanê herwiha diyar kiriye, Hevseroka HDPê ya Wanê Yadîşen Karabulak û çend rayedarên din ê wê partiyê jî di wan operasyonan de hatine girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, ew kes bi tohmeta ku endamên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ne û herwiha di nava kar û xebatên Kongreya Civata Demokratîk (KCD) de cih girtine, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Li gorî heman zanyariyan, li mal û cihên kar ên wan 23 kesan jî, lêgerîn hatine kirin û hêzên ewlehîyê dest danîne ser hin kelûpelan.

Ji hêla din ve, li Wanê hemû çalakî bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.