Dadgehê îtîraza serdozgeriyê ya ji bo berdana Demirtaş red kir
Îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya li dijî biryara berdana hevserokê berê yê HDP`ê, Selahattin Demirtaş hat redkirin.
Dadgeha 20`an a Cezayên Giran a Enqerê, derbarê îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ya li dijî biryara berdana Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kir û ew îtîraz red kir.
Dadgehê herwiha ragihand, biryara berdana Demirtaş li gor yasayê hatiye dayîn.
Roja 2`yê Îlonê Dadgeha 19`an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.
Biryara azadkirina Hevserokê berê yê HDP`ê bi yekdengî hatibû dayîn. Lêbelê ji ber ku ji dosyayeke din, 26`mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê cezaya 4 sal û 8 meh girtîgehê jibo Demîrtaş kivş kiribû, ew nehatibû berdan.
Piştî vê biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li dadgeke bilindtir îtîraz li dijî biryara berdana Demirtaş tomar kiribû.
Selahattin Demirtaş ji 4`ê Mijdara 2016`an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.